Helîm Yûsiv û tirsa ji tirsê

Serwet Ornek

Tirs heye bavê gur e, ango tirs heye ji tirsê mezintir e. Tirs, têgeheke xwezayî, berfireh û piralî ye. Hin caran taybet e, hin caran civakî û siyasî ye; hin caran razber e, hin caran jî şenber e û hesteke neyînî ye ji bona hemû candaran. Tirs, di heman demê da rêbazeke xweparastina candaran e li hember tiştên nediyar. Tirs û dîroka mirovahiyê, di heman temenê da ne. Tirs, têgeheke gerdûnî ye lê li gorî mercên civakî, siyasî û derûnî bi dilqên cuda derdikeve pêşberî me. Bandora tirsê bi taybetî li ser keseyatî û derûniya mirovan derdikeve holê. Hin tirs ji bona hin kesan bêwate ye, hin tirs jî hene hetanî ku mirov neceribîne nizane çi ye.

Tirs, têgeheke sereke ye di romanên Helîm Yûsiv da. Kan û îlhama vê nivîsê, romana Helîm Yûsiv a bi navê Tirsa bê Diran e. Di vê romanê da tirsên rojane û yên têra xwe dîrokî û siyasî bi awayekî hosteyane hatine vegotin. Nivîskar, metefora tirsê, weke tirsa kincên şîn, tirsa biterîbûnê, tirs û şerma bêterîbûnê, tirsa peyker û wêneyên serok, tirsa mamoste û dibistanan, tirsa nezanîna zimanê serdestan, tirsa ji tişten çargoşe, tirsa ji evîndariyê, tirsa derbasbûna serxet û binxetê, tirsa ji kûliyan, tirsa ji nexweşiya xirtikiyê, tirsa ji penaberiyê, tirsa ji tenêtiyê û tirsa ji mixaberatê disenifîne û van tegehan bi vegotineke rastiya efsûnî vedibêje.

Bêgûman gelek armancên nivîsîna romanê hene lê bi ya min armanca sereke, hêsankirina vegotina hest û ramanên mirovan e. Romannûs, bêgûman ji hin metodên derûnnasiyê sudê werdigirin lê ne derûnnas in. Lêhengên romanên Helîm Yûsiv, bi gelemperî ji aliyê derûniyê ve nexweş in. Ji qada şer û pevçûnan dûr bin jî xewn û xeyalên di qada şer da pêkhatî dibinin, şerê ku bi awayeke hovane di Suriyeyê da tê meşandin pêsîra lêhengan bernade û jiyana rojane li wan dike dojeh. Doh û îroj, di mêjiyên wan da tev li hev dibe û ew ji jiyana rojane dûr dikevin û derheqê jiyaneke aram da bêhêvî ne.

Tirsa bê Diran, Helîm Yûsiv, Avesta, 2006

Li gorî Helîm Yûsiv, jiyana ku li warê bav û kalan tê meşandin, jiyaneke ji pergala tirsê pêk hatiye. Tirs, bi awayekî sistematik di nav gel da hatiye belavkirin. Tirs, di malê, sûkê û dibistanê da ye, ango elametên jiyanê li ku hebin, tirs bi her awayî li wir e. Yên ku kare birêvebiriyê dimeşînin, civakeke ji tirsê afirandî ava dikin û her kes ji her kesî ditirse. Hetta yên ku tirsê di nav gel da belav dikin jî ji tirsa herî mezintir ditirsin.

Li gorî vebêjê romanê, ji bona xwe parastina ji ber bayê tirsê du rê hene: Yek jê “divê mirov pala xwe bide çiyayê bêdengiyê ya din jî xwe bispêre vegotineke efsûnî.” Bi awayekî xwezayî vebêj, xwe dispêre vegotina rastiya efsûnî. Ji ber ku toz û xumama bêdengiyê li seranserê welêt belav bûye, encex nêrîneke berfireh û vegotineke efsûnî kêrî paqijiya vê qirêjiyê dike. Ji ber tirsa bêbav, ziman tê girêdan, dil tê guvaştin û mirov nikare bi hêsanî hest û ramanên xwe bîne ziman.

Di romana Tirsa bê Diran da metafora tirsê, bi du awayî tê vegotin: Hin tirs di nav jiyana rojane da ne, hin tirs jî di xewn û xewnerojkên lehengê romanê Mûsa da ne. Xewn û xewnerojkên di binhişê Musa da weke monologekê tên vegotin, tirsên dîrokî ne û ji keseyeta Mûsa sudê werdigirin, ango tirsa ku di binehişê Mûsa da tên vegotin, tirsên siyasî û taybet in. Ji ber ku Mûsa dîroknas e, di xewn û xewnerojkan wî da bûyer û kesayetên dîrokî hene. Wekî Sykes û Picot.

Di beşa yekem da tirs bi metefora “şewba xirtikê” tê vegotin. Dermanê vê nexweşiyê kêra Telîso ye. Tirsa nexweşiyê, bi tirsa kêra Telîso tê dermankirin, ango dermanê tirsê, tirseke dinê ye û tirs, bi tirsê tê tedavîkirin.

Lehengê romanê di tevahiya tekstê da, bi êş û tirsa deqeke sor a ku mîna pirzik di pişta wî da daye der ve mijûl dibe. Dema ku çavên leheng bi elametên tirsê yên weke peyker û wêneyên serok dikeve ji tirsan bêhna wî diçike û bi bêhemdî destê wî diçe ser tilora wî ya bipirzik û êşeke xedar lê pêyda dibe. Metafora pirzikê, di seranserê romanê da wekî leîtmotiva tirsê hatiye bikaranîn û di rûpel û beşên pêş da tirsa pirzika biêş, dibe tirsa şînbûna teriyeke…

Di welatê tirsê da zilameke çavzer, rûpoş û sergirtî di demên xetere da derdikeve holê û lehengê romanê dişopîne. Ev bûyer, weke xewn û xewnerojkên Mûsa tên vegotin. Mûsa dixwaze vî zilamê nepen binase lê zilam her tim rêya xwe diguhere û ji çavan dûr dikeve. Ev tirsa nepen, di gelek beşên romanê da tê dûbarekirin.

Di binhişê Mûsa da yan evîna Leylayê heye yan jî mêrê rûzer û sergirtî heye. Dema ku siyaset dibe mijar, mirovê rûzer û sergirtî derdikeve holê û xofeke mezin dixe zikê Mûsa. Mûsa, di xewnerojkên xwe da wekî xefiyeyekî bi dû mirovê rûzer dikeve da ku wî zeft bike. Careke di xewnerojka xwe da derfeteke dibîne û dest diavêje rûpoşa serê mirovê rûzer lê mirovê rûzer, lê dizivire û hesinekî çargoşe nîşanî Musa dide. Mûsa, matmayî dimîne û xwe bi xwe ra dibêje gelo vî zilamî çawa zanî ku ez ji tiştên çargoşe ditirsim? Mirovê rûzer û rûpoş a xwe dibe serî û hesinê çargoşe diavêje ber lingên Musa û berê ku ji çavan winda bibe gefên mirinê li Mûsa dike.

Dema ku mijara dabeşkirina welat tê vegotin vebêj, ji tirsa mixaberatê xwe dispêre Kalo. Kalo, mirovekî zana ye lê ji ber tirsê aqilê xwe winda kiriye û di nav gel da wekî mirovekî aqilsivik tê zanîn. Kalo, ji ber vê taybetmendiya xwe derheqê kesayetên dîrokî û bûyerên dîrokî da bêtirs diaxive. Li gorî Kalo kurd, qurbaniyên pêymanên dîrokî ne. Di vê mijarê da pêymana Sykeysê îngîlîzî û Pîcotê frensî bi bîr tîne ku ev peyman sedema dabeşkirina welêt e û wekî xencerekî di dilê welêt da hatiye çikandin û ji ber vê çendê dawî li birakujiyê nayê.

Li gorî Helîm Yûsiv, tirs li wê çargoşeya ku di navbera Surye, Tirkiyê, Îran û Iraqê da ji dayîk bûye û ji vê erdnîgariyê bêhna mirinê tê. Ne hewce ye ku lêkolîner tirsê li cihekî dûr bigerin. Dayîka tirsê ev erdnîgariya perçekirî ye. Lehengê romanê li cihekî wisa çêbûye ku roj bi tirsê hil tê û bi tirsê diçe ava. Mirovên ku li ser vê erdnîgariyê ji dayîkê bûne, ji her tiştî ditirsin û ji tirsa tirsê westîiyane.

Ji ber ku ev erdê çargoşe cihekî ji aramiyê û azadiyê dûr e, dê û bav derbarê paşeroja zarokên xwe da bifikar û bêhêvî ne û tirsa wan ew e ku zarokên wan xêrê ji emrê xwe nebînin. Hetta di rojên xweş û şahiyan da, ji nişkê ve li xwe mikur tên û dibêjin: “Xwedê li xêrê bigerîne em îro pir keniyan û em ditirsin ev ken, li me bibe girî…” Di vî welatê tirsê da “yên ku ji jiyanê natirse, ji mirinê ditirse; yên ku ji mirinê natirse, ji yê din yan jî ji xwe ditirse û yên ku ji tu tiştî natirsin jî hîn ji dayîka xwe nebûne.” Ev welat cihekî wisa ye ku desthilatdarî li vir tenê ya tirsê ye. Yên ku di vê erdnîgariyê da wêrek in, weke mirovên aqilsivik tên dîtin. Di romana Tirsa bê Diran da du lehengên ji tirsê natirsin hene û balkêş in. Yek Tûtino ye û yên din Kalo ye. Ev her du leheng di nav gel da wekî mirovên aqilsivik û beredayî tên zanîn lê di romanê da dibin berdevkê vebêj û fikr û ramanên aqilane û wêrek bi axaftinên wan tên bilêvkirin. Dînê biaqil Tûtino, rewşa welatê çargoşe li gorî zanîna xwe kurt û kurmancî wiha pênase dike: “Binêr Mûsa birê min, em weke dûpişkan in; dora me ji xêzên agir çêkirine, dibe jî sûcê Sykes – Picot be. Dibe ku sucê me be lê dawiya dawi em bi xwe vedidin, xwe dikujin, xwe dişewitînin…”

Di romana Tirsa bê Diran da yek ji dînê biaqil jî Kalo ye û Kalo, xwe bi vî awayî pênase dike: “Ez şahînşahê erd û ezman im. Şahînşahên ku dîrokê ew xapandiye. Dîroka segbav! Dîroka ku tenê pişta xwe ji xurtan ra dide erdê.” Derheqê welatê çargoşe da fikr û ramanên Tûtino û yên Kalo balkêş û wêrek in û li welatê tirsê derfetên vegotinê hêsantir dikin. Tûtino, derbarê her mijarê da agahdar e. Di mijara evînê da hin şîretan li lehengê romane Mûsa dike û wiha dibêje: “Hezkirin ne ji bo me çêbûye. Ev welat ne welatê evîniyê ye. Tenê mirov dikare li vir bimire…”

Li welatê çargoşe da tirs beriya zarokatiyê dest pê dike, ango tirs, dema ku dilopek av dikeve malzaroka dayîkê dest pê dike. Di welatê tirsê da, daxwaza razana mêr û jinê, tirseke civakî û derûnî ye; mêr û jin hîn di biçûkaniya xwe da ji têkiliyên cînsî hatine tirsandin.

Her tişt li her deverên dinyayê tê guhertin lê li welatê çargoşe sê tirsên bingehîn nayên guhertin berevajî, zêde dibin: Tirsa ji Xwedê, tirsa ji mixaberatê û tirsa ji serok. Li gelek dewletên “medenî” û “demokiratîk” da bi hilbijartinan hin serok tên hin diçin lê li vî welatê çargoşe da, serok her serok e û partî heman partî ye. Derdê serê derdan serok bimire jî di şûna wî da kurê wî dibe serok. Ev rewş, xwe bi xwe dubare dike û hêviya gel dişikîne.

Vebêj, maça xwînî ya ku li Qamişlo pêkhatî û raperîna gelê welatê çargoşe, weke şerê kuliyan pênase dike û tirsa ji kuliyan -leşkerên cilşîn- vedibêje. Çar hawîrdorên welatê çargoşe, bi artêşên kuliyan ve hatiye dorpêçkirin. Tirsa kuliyên har, gelên welat ên berxudêr têk dibe. Desthilatdar, raperîna ku di encama maça xwînî ya ku li Qamişlo pêk tê, wekî bahanekî dipejirînin û kuliyên mezin her tiştî û her kesî didin ber xwe û dikeritînin. Kulî, xwe li singê mirovan dixin û dest bi xwarina dil û kezebên wan dikin. Bi gotina Kalo “ xwîn herikiye axê û gotin êdî pûç bûne.” Lehengê romanê Mûsa, di nav vê xwînê û mirinê da dîsan vedigere dinya xwe ya xeyalî û di binehişê xwe da bi mirovê rûzer û rûpoş ra minaqeşe dike. Vê carê mirovê sergirtî hîn nêztir ve dibîne. Zerahiya çavên wî tev xwînî bûye, ango mirovê çavzer, êdî çavsor e û daw û doza çavsoriyê dike. Mûsa, qesta mirina wî dike lê ji ber ku destvala ye nagihêje armanca xwe; bêhêvî dimîne, tirsa mirinê wî dorpêç dike û xwe bi xwe ra wiha dibêje: “Xwezîya vî mirovê sergirtî di xafil da demaçeya xwe derxista û ez bikuştama û ez ji vê tirsa bêbav heta hetayê xilas bûyama.” Lê ne daxwaza Mûsa pêk tê ne jî Mûsa rûyê vî mirovê nepenî bi awayekî eşkere dibîne. Mûsa dixwaze ji nişkê ve li mirovê sergirtî bizivire û bi qîrîneke ji dil, ew tiştên ku di dilê xwe da buhurandine jê ra bibêje. Lê kêlika ku daxweza lê zivirînê dike, dîsan mirovê sergirtî winda dibe û daxwaza wî di zengeloka wî da asê dimîne.

Tirsa mixaberatê tirseke sereke ye li welatê çargoşe da. Hemwelatiyên ku rêya wan bi awayekî bi mixaberatê dikeve yan ji kîsê heft bavê xwe diçin, an jî bi salan şûn ve wekî nîvmirov li mal û malbatên xwe vedigerin. Lehengê romana Tirsa bê Diran Mûsa jî ji aliyê mixaberatê ve tê şopandin. Ji ber ku Mûsa mamosteyê dîrokê ye û di dibistanekî fermî da mamostetiyê dike, bi awayekî xwezayî têkiliyên wî bi dewletê ra hene. Ji ber vê sedemê şopandina wî hêsantir e. Di encama hin lêpirsînan da Mûsa ji aliyê mixaberatê ve tê vexwendin. Ev bûyer, tirseke mezin dixe dilê Mûsa. Mûsa, di van hevdîtin û lêpirsînan da tê bêrûmetkirin û bi tadeyên psîkolojîk ve rûbirû dimîne. Hevdîtina wî û mûalimê mezin hevdîtineke tijî tirs e û balkêş e. Cihê lêpirsînê odeyeke biçûk e û “sîh û sê wêneyên serokê nemir; bîst û heft ên lawê wî yên mirî; sîh jî yên lawên sax weke elametê tirsê” li dîwarê vê odeya biçûk da daliqandî ne. ji ber vê rewşa tirsnak, por li serê Mûsa gij dibe û di nav agirê gûman û tirsê da dişewite. Mûsa di rewşeke bi vî halî da, bi hewldana perçekirina welêt û ajantiyê tê tewanbarkirin. Mûsa, tirsa mixaberatê ya ku bi salan e di binehişê xwe da mezin kiriye bi çavê xwe dibîne, gefên kuştinê lê tên kirin lê sucên ku davên ser wî qebûl nake û li xwe mikur nayê. Mixabin endamên mixaberatê dest ji pêsîra wî bernadin û ji wî daxwaza mûxbîrtiyê dikin. Li gor Mûsa êdî welat bûye welatê kuliyan. Kuliyan her tişt dane ber kirtekirtê û weke aşekî dihêrin û rêyeke xweparastinê maye li pêşiya wî, ew jî reva ji welêt e. Lê mixabin terka welat, rêyeke nediyar e û penaberî ye û penaberî jî bi awayekî xwezayî hin tirsên nû vedihewîne.

Dema ku lehengê romanê bi qaçaxî diçe avrupayê bi awayeke xwezayî şikl û şemalê tirsên wî jî tên guhertin. Mûsa kurtejiyana xwe weke dîroka tirsê pênase dike û xwe bi xwe wiha difikire: “Ez nema zanim me tirs bi xwe ra aniye jiyanê an jî tirsê em dane û di hemêza xwe da em mezin kirine…”

Di encama romanê da Mûsa, mafê niştecihbûnê girtiye, bûyerên ku li welat diqewimin dişopîne lê agahiyên ku dibîhîse, hêvî şikestî ne û li ber vegera wî ya welêt asteng in. Derdê serê derdan penaberên bi vî rengî, di welatên ku mafê niştecihbûnê girtine da wekî “yên din” tên pejirandin. Herc û mercên di keseyeta Mûsa da pêkhatî, bi qasî serê derzîyekê bala kesî nakişîne û bi awayeke xwezayî ev rewş, ji bona Mûsa dibe sedema tirsa ji tenêtiyê.

Ji ber ku êdî şert û mercên jiyanê hatine guhertin leheng, tirsê wiha dabeş dike: Tirsa ji tenêtiyê, tirsa ji mirina bêser û şop, tirsa ji kalbûnê, tirsa ji xeniqandina di nav tariya çar dîwarên sar da, tirsa ji Xwedê, tirsa ji tunebûna giyan û laş, tirsa ji azadiyê û hwd. Ji vê dabeşkirina tirsê tê zanîn ku êdî cureyên tirsa bêdiran hatine guhertin. Lê tirsa ku derûniya leheng xirab kiriye di jiyana penaberiyê da jî pêsîra wî bernade, ango leheng ji welatê tirsê filitîye lê di binhişê xwe da welatekî ji tirsên nû ava kiriye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx